Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Enqerê di Operasyoneke de Gelek Kes Hatin Binçavkirin


Ozturk Turkdogan
Ozturk Turkdogan

Li seranser Tirkîyê endam û rêvebirên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) tên binçav kirin û gelek ji wan jî tên girtin.

Di operasyona li Enqerê de jimareke endam û rêvebirên HDP’ê, Komela Mafên Mirovan (IHD), Sendîkaya Kedkarên Tendirustî (SES), Konfederasyona Sendikayên Kedkarên Civakîn (KESK), Komela Alevî ya Demokratîk hatin binçav kirin.

Serokê IHD’ê Ozturk Turkdogan ew binçakirin bi tundî rexne kir û got ku sedema wan binçavkirinan wek protestoyên sala 2016an hatin nîşandan.

“Nêzî 150 kes qedexekirina derketina kolana protesto kiribûn. Li ser wan de lêpirsîn hatiye vekirin. Li gor qanûnê, divê dozgerî bang li wan kesan bike ku îfade bidin. Mixabîn wisa nakin û yekser davêjin ser malên wan kesan û ew desteser dikin.”

Turkdogan bal dikşîne ku dema dewlet wan kesên binçavkirî berdide, bi şerta kontrola dadmendîyê wê yekê pêk tîne û 400 hezar kes bi wî awayî hatine berdan.

ED_03_20_2019_Enqere
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:58 0:00

XS
SM
MD
LG