Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hemwelatîyên Tirkiyê di Sala Nû de bi Zêdekirina Bacan Hişyar Bûn


Bajarê Enqerê
Bajarê Enqerê

Di sala 2021’an de rayedarên Tirkiyê ragihandibûn ku di destpêka sala 2022’yan de, dê enflasyon dakeve û bihayên pêtir tiştan wê kêm bibe.

Lê di 1’ê Rêbendanê 2022’yan, di danê serê sibê de, bi tevahî bac sedan 36,20 zêdebû.

Danezana Giştî ya Rêveberîya Jimêryarîya Wezîrê Malîyê û Xezîneyê di Rojnameya Resmî de hate weşandin. Li gorî wê di sala 2022’yan de bedîlê pêtir tiştan ji nû ve hate dîyarkirin. Li gorî wê, baca seyaran sedan 25, baca xanîyan sedan 18,10 zêde bû. Di kaxizê noter de sadan 25, di guherandina nasnameyan de jî sedan 37,5 zam hate çêkirin.

Nûjenkirina belgeya ajokerîyê, serlêdana mehkemeyan, xercê kirêyan, derkirina pasaportan, tapû û gelek tiştên din de jî zam hate çêkirin.

Bazarekî Enqerê welatiyek ji kirîna tiştan tê
Bazarekî Enqerê welatiyek ji kirîna tiştan tê

Sendîkaya Kardêr ya Îstasyonên Dabînkirin û Enerjîya Gaz û Petrol’ê (EPGÎS) ragihand ku bihayên berhemên sotemenîyê di destpêka sala 2022’yan de giran bûye.

Li gorî daxûyanîya EPGÎS’yê mazot 1 lira û 29 quriş, benzin 61 quriş û LPG jî 78 quriş zêde bûye.

Li gorî daneyên EPGÎS’yê benzin li Enqerê 12,89 lîra, li Stenbolê 12,92 lîra, li Îzmîr’ê jî derketîye 13 lîra yî. Li Enqerê mazot bilindbûya 12,74, li Stenbolê 12,84, li Îzmîr’ê jî 12,82 lîra yî.

Li Tirkiyê bihayên elektrîk û gaza sirûştî jî zêdebû.

Sazîya Birêkûpêkirina Bazara Enerjîyê (EPDK), encama dawî di Rojnama Resmî de weşand. Li gorî vî jî di tarîfeyên elektrîkê de wek xanî, pîşesazî, bazirganî, bac û fonan de elektrîk di navbera rêjeyen sedan 52 û sedan 130’an de zêdeb bûye.

Disa, gaza sirûştî ya ku di xanîyan de tê bikaranîn jî bihayê wî sedan 25 bilind bû.

Raporta Enqerê 02 01 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:34 0:00

XS
SM
MD
LG