Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Enqerê Zincîra Aştîyê ya HDPê Hate Asteng Kirin


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) di bin “Bernama Têkoşîna Demokratîk” de xwast li Enqerê taxa Garê Roja Aştîyê ya Dinyayê pîroz bike.

Hêzên ewlekarîyê li Enqerê pêşîya parlamanter û girseya HDP girtin û destûr nedan ku “Zincîra Aştîyê” çêkin.

Kesên ku li pêşîya Garê civîyan bi zor û zexta polêsan ji wê derê hatin durxistin. Polêsan hinceta qedexe walîtîya Enqerê nîşanî çapemenîyê da û destûr neda çapemenî jî karê xwe bike û hemû kes ji vê qadê dûr kirin.

Piştî destûr nedanê parlamanter û endamên HDP jî derbazî avahîya HDP’ê ya Enqerê bûn û li vir preskonferansek li dar xistin.

Parlamantera HDP Fîlîz Kerestecîoglu li vê derê rewşa ewlekarî û walîtîya Enqerê şermezar kir û wiha got

“Ev hikûmet êdî nahêle ku kes peyva aştîyê bikar bîne. Her çalakîyên demokratîk asteng dike. Îro ser me de êrîş anî û bi pîyên xwe derketin ser pişta Edamê me yê Meclîsa Partîyê. Gelê me di serî de hemû çapemenî durxistin ku li gorî dilên xwe êrîş bikin ser me. Lê emê ji doza xwe paşta gav nevêjin.”

Habîb Eksîk
Habîb Eksîk

Parlementerê HDP Habîb Eksîk jî helwesta ewlekarî û walîtîy Enqerê ji bo Dengê Amerîkayê nîrxand. Eksîk qisên xwe wiha domand:

“Ev desthilatî di her warî de dixwaze tevgera me bifetisîne, destketîyê me ji holê rake. Lê bila vîya baş bizanibe ku emê daxwazên xwe yê aştîyê her dem bînin ziman û hewildana xwe berdewam bikin. Heta ku aştî were jî emê çalakîyên xwe bidomînin.”

ED_02_09_2020_HDP_Habib_Eksik
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:20 0:00


XS
SM
MD
LG