Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jinên Kurd li Enqerê Roja Xwe Pîroz Kir


Dîmeneke ji çalakîya 8 Adarê ya Roja Jinên Cîhanê,8 Adar 2022, Enqere, Tirkîyê
Dîmeneke ji çalakîya 8 Adarê ya Roja Jinên Cîhanê,8 Adar 2022, Enqere, Tirkîyê

8'ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan îro Sêşemê li her derê dinyayê bi gelek çalakîyan tê pîroz kirin. Li Enqerê ya paytexta Tirkîyê jî jinên Kurd îro bi reng û hestên xwe li kolanan bûn.

Jinên Kurd ji Dengê Amerîka re got ku bila jin ne ji zilaman û ne jî ji dewletê bitirsin.

Dîmeneke ji çalakîya 8 Adarê ya Roja Jinên Cîhanê,8 Adar 2022, Enqere, Tirkîyê
Dîmeneke ji çalakîya 8 Adarê ya Roja Jinên Cîhanê,8 Adar 2022, Enqere, Tirkîyê

Emîne Coşkun, ku 6 zarokên wê heye di hêleke de karê mal dike û di hêleke din de jî zarokên xwe mezin dike. Lê, ew di heman demê de jî wek çalakvanek derdikeve kolanan.

Coşkun, 8'ê Adarê yê tevahîya jinan pîroz dike û bo jinên Kurdan jî peyama xwe wiha tîne ziman:

“Em îro jibo 8'ê Adarê li qadan in. Daxwaza me ew e ku hemû jinên Kurd azad bibin. Ez li vê derê tundî û kuştina hemû jinan şermezar dikim. Jin gava bibin yek dikarin dijî van zextên zilaman derkevin. Em hez dikin ku hemû jinên girtî û serokê Kurdan ji heps û zindanan derkevin. 8'ê Adarê bo jinên Kurdan bi taybet pîroz dikim.”

Zelîha Ozkan jî dibêje ku têkoşîna jinan li her derê dinê, bi taybetî jî di nav jinên Kurd de xurttir dibe.

“Em jin bi hevre dikarin bi ser kevin. Lê, li vê derê heke em jinên Kurd dest bidin hev serketina me jî wê xurttir be. Ez zilm û zordarîya ser hemû jinan şermezar dikim. Hêvî dikim ku zextên ser jinê qet nemîne. Serfirazîya jinekê serfirazîya me hemûyan e, ” Ozkan dibêje.

Nezahat Yaşar, xwe wek çalakvaneke dîyar dike. Yaşar dide zanîn ku jin bi hevre dikarin hem zilma zilaman û hem jî zilma dewletê ya li ser xwe tune bikin.

“Îro roja jinan e. Bila jin ji kesî netirsin; ne ji mêrê xwe, ne ji bavê xwe û ne jî ji dewletê. Bila derkevin der û kolanan û destê xwe bidin hevdu. Ew gav dikarin serketî bin, ” Yaşar dibêje.

Li Tirkîyê di 8'ê Adarê de jin, her çiqas roja jinan pîroz bikin jî tundîya ser jinan bênavber didome. Tenê di meha Sibata 2022’an de 23 jin ji alîyê zilaman ve hatine kuştin û 21 jin jî mirî hatine dîtin.

Di 8'ê Adarê de jinên ku derketin kolanan tundî û kuştina ser jinê jî bi rengekî xurt şermezar kirin.

Hun dikarin ji ser lînka jêrîn tevahîya raportê guhdar bikin.

Li Enqerê Peyama Jinên Kurd: Bila Jin Ji Zilam û Dewletê Netirsin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:31 0:00
XS
SM
MD
LG