Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdozgerîya Komarî ya Enqerê Ser ''Bûyerên Kobanê'' bo 82 Kesan Biryara Desteserkirinê Da


Serdozgerîya Komarî ya Enqerê ragihand ku jiber ‘’bûyerên Kobanê’’ yên li Tirkîyê li 7 bajaran bo 82 kesan biryara desteserkirinê hatiye dayîn.

Di daxuyanîya serdozgerîyê de hat îdia kirin ku di Cotmeha 2014’an de ‘’rêvebirên PKK û KCK’ê, baskên ciwan û jinan yên wan rêxistinan, çekdarên wan yên li bajêr, endam û hevserokên HDP’ê ji hesabên medya civakî û bi hin çapemenîyên din bang li gel kirine ku derkevin sûkan û çalakîyên terorê li dar xin’’

Li gor daxuyanîyê, di lêpirsînê de navên hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî derbaz dibin ku her du jî girtî ne.

Serdozgerîyê dîyar kir ku di wan ‘’çalakîyên terorê’’ de 37 hemwelatîyan jîyanên xwe ji dest dane û ‘’tevî kuştin di 7’ê Cotmeha 2014’an de destpê kirine, bangên ser çalakîyan di 8’ê Cotmeha 2014’an de jî dom kirine.’’

Di nav 82 kesan de, ku bo wan biryara desteserkirinê hatiye dayîn, parlamanterên berê yên HDP’ê Emîne Ayna, Altan Tan, Sirri Sureyya Onder û Ayhan Bîlgen jî hene.

Li ber e ku Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar îro bi saeta herêmî di 11:30 de preskonferansekê li dar xe.

XS
SM
MD
LG