Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konferansa Mafên Mirovan Helwesta ECHR’ê ya Derheqa Tirkîyê Rexne Kir


‘Hefteya Mafên Mirovan’ li Enqerê bi jimareke çalakîyan tê bi bîr xistin û rojên pêş de jî ew bernameyên taybet wê berdewam bikin.

Di vê çarçoveyê de, Komela Mafên Mirovan (IHD), Yekîtîya Baroyên Enqerê û Yekîtîya Mulkîyeyan, konferanseke bi navê “Di Rewşa Awarte de ECHR” li dar xist.

Di koferansekê de helwesta Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî (ECHR) ya hember Tirkîyê bi awayekî pasîfmayînê û dudilbûnê hate rexne kirin.

Beşdervanê vê konferansê bi giranî li Tirkîyê binpêkirina mafên mirovan û beramberî van binpêkirina helwesta ECHR’ê sekinîn.

Akademîsyen Kerem Altiparmek got ku dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupayê di alîyekî de dijî Tirkîyê hin biryarên erênî dide, lê di hêla din de jî ji Tirkîyêr re derî vedike ku bireve. Altiparmak biryara ser Selahattîn Demîrtaş wek mînaka vê helwestê dibîne.

Di konferansê de Rewşa Awarte jî bi berfirehî hat gotûbêj kirin. Peyîvdara konferansê û parlamantera berê ya CHP’ê Şanal Saruhan got ku pêwîstî bi Rewşa Awarte tunebû.

“Qaşo Rewşa Awarte jibo Tevgere Fetullah Gulen hate derxistin, lê em dibînin ku niha li ser hemî civakê belav bûye. Ev jî dîyar dike ku armanc tirsandina gel e.”

Serokê IHD’ê Ozturk Turkdogan jî got ku Rewşa Awarte ne tiştekî nû ye. “Bi salan e li herêma Kurdan ji xwe ev hebû, lê niha di çarçoveya vê hate fireh kirin. Ez dikarim bêjîm ku li Tirkîyê hiqûq nema û mafên mirovan jî her roj pirtir tên binpê kirin.”

ED_12_10_2018_Mafen_Mirovan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:32 0:00

XS
SM
MD
LG