Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Hejmara Pêketîyên Korona bi Fermî Bûye 18 Kes


Wezîrê Tendirustî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca ragihand ku heta niha di canê 18 kesan de vîrusa korona hatiye dîtin.

“Ji pêketîyên vîrusa korona, 7 ji Ewrupa, 3 ji Amerîka hatine Tirkîyê. 8 pêketîyên din jî li dora wan kesan hatine tomar kirin.”

Bi alîyekî din ve heta niha 21 hezar kes ji Umrê hatin Tirkîyê û ew jî tirsa belavbûna korona zêde dike. Li Enqerê niha 3500 kesên ku ji Umrê hatine li nexweşxaneya Zekaî Tahîr di bin kontrolê de ne.

Jiber korona hemî organîzasonên girseyî hatin betal kirin, li parlementoyê civînên grubên partîyan û civînên çapemenîyê hatin taloq kirin.

Yekîtîya Doktorên Tirkîyê (TBB) hişyarî dide gel û jibo parastinê jî hin rêbaz nîşan dide û pêşnîyaran dike.

Dr. Halîs Yerlîkaya
Dr. Halîs Yerlîkaya

Rêvebirê TBB Dr. Halîs Yerlîkaya dibêje ku pêwîst e hemwelatî destên xwe bi başî, bi qasî 20 sanîye bi sabûnê bişon.

“Divê ji pêketîyên vîrusa korona dûr werin sekinandin. Cîhên şenîbar bingeha vê nexweşîyê xurt dike loma pêdivî ye ku hemwelatî nêzîkî cîhên qelebalix nebin.”

Dr. Yerlîkaya pêşnîyar dike ku hemwlelatî pir avê vexwin û xwarina xwe biparêzin û bi têra xwe rakevin.

“Divê hemwelatî xewa xwe baş bigirin û ji heft saet û nîv heta heyşt saet rakevin.”

Ew bi bîr tîne ku divê çanda dest şidandinê û hevdu hembêzkirinê jî were guhertin û heta pêkan bû herkes li male xwe bimîne.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:25 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG