Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qurbanîyên Qirkirina Enqerê bi Çalakîyan Hatin Bîranîn


Di salvegera yekê ya Qetlîama Enqerê de, ku 103 bizavkarên aştîxwaz kes di 10’ê cotmehê de li Enqerê hatibûn kuştin, 500 kesên din jî birîndar bûbûn, li gelek bajarên Kurdan û metropolên Tirkîyê çalakîyên şermezarkirinê hatin darxistin.

Hêzên dewletê destûr nedan wan çalakîyan û di encama maytekirina wan de gelek kes birindar bûn, gelekên din jî hatin binçav kirin.

Di serî de li Stenbol, Enqere û Amedê, li gelek bajarên Kurdan û metropolên Tirkîy çalakîyên şermezarkirinê hatin darxistin û qurbanîyên êrîşê hatin bîranîn.

Polîsan bîranîna salvegera yekê li Enqerê asteng kir û li Stenbolê jî êrîşê girseyê kir. Di êrîşan de gelek kes hatin binçav kirin û gelek kes jî birîndar bûn. Li ber Gara Enqerê hawarên bi Kurdî jî bilind bûn.

Di mitînga şermezarkirina Stenbolê de parlementerê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ahmet Yildirim axifî.

“Em 10’ê Cotmehê jibo aştîxwaz û hêzên demokrasîyê wek milad dibinin, lê wan bi vê qetlîamê xwest ku pêşîya pêvajoya aştîyê bibirin,” Yildirim got.

Li ser navê Partîya Gel ya Komarî (CHP), endamê meclîsê partîyê Kadir Gokmen Ogut axaftinek kir û got ku “heya îro ti dîktatorekî bê dawî li ser desthilatê nemaye û dê Tayyîp Erdogan jî nemine.

“Em çend roj bere li Cizîrê bûn. Me zarok û ciwanên ku di jêrzemînan de hatibûn qetil kirin dîtin. Ji hêlekî polîs, leşker dimirin ji hêlekî din ve jî sîvîl dimirin. Desthilat jî ji vê şerî xwe xwedî dike, emê helwesta deshilat ya şerî bikin aştî.”

Di dawîya çalakîyê de jibo bîranîna kesên ku di peqînê de jîyana xwe ji dest dane, wek sembol balonên reş bi esman ve hatin berdan.

Hêjayî bîrxistinê ye ku heta niha li ser Qetlîama Enqere ti kes nehatiye darizandin û lê ji wê êrîşê heta niha li Tirkîyê gelek sîvîl jîyana xwe ji dest dan.

XS
SM
MD
LG