Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Enqerê Kirîna Ajalên Qurbanê jiber Pandemîyê Daketîye Xwarê


Li Tirkîyê di sala 2020’an de rêjeya kirîna ajalên qurbanê daketîye xwarê û îsal jî mîna hemî tiştên li bazarê, firotina wan di asteke nizim de ye.

Yektîya Hilberîner û Sanayîkarên Xwarin, Goşt, Şîr ya Tirkîyê (SETBÎR) radigîhîne ku jiber nexweşîya COVID-19 bergirî hatine girtin, lê li gorî salên pêştir jî di firotina qurbanan de daketinek çêbûye.

Li gorî daneyên Wezareta Daristan û Çandinîyê di sala borî de 3 mîlyon û 600 hezar lawirên serbiçûk wek pez û bizin, 1 mîlyon û 200 hezar jî ajalên sermezin yên wek conege û mange (çelek) hebûne.

Lê, îsal li bazarên qurbanan hejmarê pez û conegeyan her çiqas li gor sala 2020’an zêde bê jî, firoşvanên qurbanan dibêjin ku firotin kêm e.

Îsmaîl Uçar, ji bajarê Yozgatê heywanên qurbanê anîne Enqerê, lê gava ew behsa firotinê dike dibêje conegayên ku wî anîne hemû di destê wan de mane.

“Îsal kezaba me ya cotkar û ajalkaran şewitîye. Me sala borî bi 80 lîrayê alif dikirî, îsal heman alif bûye 160 lîra. Me sala berê 15-16 hezar heywan difirotin, niha daketîye 12-13 hezaran. Buhayê her tişt bilind dibe, lê buhayê heywanan dadikeve xwarê. Rastî ev hikûmet tiştekî ecêb e û tenê ji dewlemendan re dixebite. Ev hikûmet cotkar, gundî û esnaf pêrîşan kirin.”

Medenî Ayaz jî li bajarokê Dîyadînê ya Agirîyê hatiye Enqerê û gazînda wî jî heman tişt e.

“Firotin tuneye. Îro me sifteh nekirîye. Pîyasa gelek daxistî ye. Me li Agirîyê 50 heywan anîn, lê heta niha 25 heywan hatine firotin. Ji yên hatîye firotin jî me zarar kiriye. Tirk li vir erzan difroşin jiber ku ew ji bajarên nezîk yên wek Çankiri, Yozgatê hatine vê derê, lê em ji dûr hatine û gava em jî bi heman buhayê bifroşin zararê dikin.”

Hêjayî balkişandinê ye ku li bazarên Enqerê jiber erzanî û kêmfirotinê heman gazînc hene. Firoşkarên bazarê dibêjin ku hem rewşa aborîya Tirkîyê xirab e û hem jî gelek kes jibo betlaneyê çûne dervayê Enqerê.

ED_20_07_2021_Qurbanfiroş
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:48 0:00

XS
SM
MD
LG