Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pirtir ji 100 Parlamanterên Ewrupî Bang li Brîtanya Dikin ku ji YE Dernekeve


Pirtir ji 100 endamên Parlamentoya Ewrupa, bi daxuyanîyeke nivîsî bang li Brîtanya kirin ku di Yekîtîya Ewrupa (YE) de bimîne.

Parlamenteran dîyar kir ku ger Brîtanya daxwaznameya ser veqetînê paşve bikişîne ewê pir dilgeş bin û wan soz dan ku ew gîş bo rindkirin û pêşvebirina YE’ê bixebitin.

‘’Bo berjewendîyên nifşên siberojê, em ji we rica dikin ku hûn jinûve biryara ser derketina ji YE’ê bifikirin,’’ di daxuyanîyê de hat gotin.

Parlamentoya Brîtanya dê sibê Sêşemê ser Peymana Brexitê, ku di navbera London û Brukselê de hatibû îmza kirin, dengdanê bikin.

Hin derdorên sîyasî didin zanîn ku gumana nepejirandina peymanê jî heye.

XS
SM
MD
LG