Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Ewrupî Xelata Mafên Mirovan Dide Bizavkarê Uygurî Îlham Tohtî


Parlamana Ewrupî îro Pêncşemê xelata salane ya berevanîya mafên mirovan pêşkêşî bizavkarê Uygurî Îlham Tohtî, ku niha jiber tawanên cudaxwazîyê li zindanê ye.

Parlamana Ewrupî ragihand ku Tohtî jiber xebatên xwe yên piştgirîdana dîyaloga navbera gelê Çînê û kêmanîya Uygurî hêjayî wê xalatê hate dîtin.

Serokê Parlamana Ewrupî David Sassoli got ku ew xelat bersîvdaneke xurt ya givaştin û serkutkirina Çînê li hember kêmanîya Uygur e.

Çalakvanê mafên Uygurîyan Tohtî, profesorê ekonomî ye û ji sala 2014’an vir ve, jiber cezayê bi dirêjîya jînê li zindanê ye.

XS
SM
MD
LG