Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzerên Prensê Brîtanya Dixwazin Doza Destdirejîya Seksî Betal Bikin


Prens Andrew.
Prens Andrew.

Di doza dadgehê ya roja Sêşemê de, parêzerên Prensê Brîtanyayê Andrew dibêjin ku dozek ji hêla Amerîkîyekê ku îdîa dike ku wî destdirêjiya seksî li wê kiriye dema ku ew 17 salî bû, dibe ku were avêtin ji ber ku ew jin êdî li Amerîkayê najî.

Parêzerên Prens Andrew, Brettler û Melissa Lerner gotin ku wan di demên dawîyê de zanyarî peyda kirin ku Virginia Giuffre wan 19 salên dawîn ji bilî du salan, bi temamî li Awusturalya jîya ye û nikarin îdia bikin ku ew rûniştvana Colorado ye, ku ew bi kêmî ve ji 2019'an vir ve li vir nejiyaye.

Di doza Tebaxê de ku li dadgeha federal a New Yorkê hatî vekirin, Giuffre îdîa kir ku Prensê Brîtanyayê di sala 2001'ê de gelek caran destdirêjî li wê kiriye.

Parêzerên prens di meha Cotmehê de ji dadwer Lewis A. Kaplan xwestin ku dozê betal bike, û gotin ku prens li dijî Giuffreye "tu carî destdirêjî û îstîsmara zayendî nekiriye.”

Lê parêzerên Prens Andrew dibêjin dibe ku Giuffre bûye qurbanîya destdirejîya fînanser Jeffrey Epstein, ku di sala 2019'an de li benda dadgehkirina bazirganiya seksê bû û xwe di zindanê de kuşt.

XS
SM
MD
LG