Dîrektora Giştî ya Firîngeha Navneteweyî ya Hewlêrê Talar Saleh îro Înê, berî gefa qedexeya firînan dîyar kir ku karbidestên Kurd nizanin ku çawa daxwaza Bexda ya bo radestkirina firîngehan bi cîh binin.
Qedexeya bo firînên navneteweyî ya li firîngehên Herêma Kurdistana Îraqê li ber e ku îro destpê bike.
‘’Me fehm nekir ku wateya wê çi ye, firîngeh ne tiştekî meriv ji destekî bide destekî din e. Bexda bersîv neda daxwaza me ya ser zelalkirina mijara firîngehan,’’ Saleh got.
Wê qedexeya firînan şermezar kir û got ku hikûmeta navendî ya Îraqê bi vî awayî tenê gelê xwe ceza dike.
Saleh dîyar kir ku li gor agahîya ku wan ji Bexda wergirtîye, dê firînên leşkerî, sîvîl û dîplomatîk bênavber bidomin.