Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erbakan Dibêje Ew Dikarin Berbijarê Xwe yê Stenbolê Vekişînin


Serokê Partîya Jinûve Refahê (YRP) Fatîh Erbakan got ku ger desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) hin şertên wan bi cîh bîne ewê berbijarê xwe yê jibo Bajarvanîya Stenbolê vekişînin.

Erbakan di mîtînga Hatayê de dîyar kir ku şertên wan eşkere ne û yek ji wan jî sekinandina bazirganîya bi Îsraîlê re ye.

‘’Bila bazirganîya bi Îsraîlê re rawestînin, bila Bingeha Radarê ya li Kurecîk ya Malatya ya jibo berevanîya Îsraîlê were girtin û bila mûçeya karkenaran bibe 20,000 lîra, em hazir in ku berbijarê xwe yê Stenbolê vekişînin.’’

Wî got ku wekî din ti daxwaza wan tuneye û dîyar kir ku ew ne geşbîn in ku AKP jibo wan şertan hin gavan biavêje.

AKP ser şertên Erbakan yên jibo vekişandina berbijarê Stenbolê hîn ti şirove nekiriye.

YRP bi sekna xwe konservatîf tê nas kirin ku pisporên sîyasetê dibêjin di hilbijartinên 31’ê Adarê de wê hilbijêrên ji AKP’ê dilşikestî dengên xwe jibo wê partîyê bidin.

Li gor kompanîyên anketan YRP’ê dengên xwe li bajarên wek Ruha, Bursa, Elezîzê bi awayekî berbiçav zêde dike.

Stenbol sala 2019’an bi berbijarîya Ekrem Îmamoglu ket destê Partîya Gel ya Komarî (CHP) û ew jinûve berbijarê wî partîyê ye.

AKP bi berbijarîya Murat Kurum, ku berê wezîrî kiriye, hewil dide Stenbolê jinûve bistîne.

Hin pisporên sîyasetê û kompanîyê anketan dibêjin ku li Stenbolê hilbijartin wê di navbera AKP û CHP’ê de deqedeq be.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê vê hefteyê bi analîzekê ragihand ku wê piranîya Kurdên li Stenbolê piştgirîya jibo Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) deynin hêlekê û li hember AKP’ê piştgirî bidin berbijarê CHP’ê Îmamoglu.

DEM Partî, ku berbijarên wê yên jibo Bajarvanîya Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî ne, dîyar dike ku ew li Stenbolê xebatan jibo serketina xwe dimeşîne û bang li alîgirên xwe dike ku dengên xwe bidin wê.

Jêder: Gazete Duvar

XS
SM
MD
LG