Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamê Hizba Demokrata Kurdistan Mûsa Babaxanî Li Hewlêr Tê Kuştin


Mûsa Babaxanî

Endamekî serkirdayetîya Hizba Demokrata Kurdistan li dor kuştina endamê Hizba Demokrata Kurdistan Mûsa Babaxanî ji Dengê Amerîka re got, ”ew rûdaneke terorî bû ku ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve li hotêleke Hewlêrê encam da."

Hizba Demokrata Kurdistan daxuyaniyek belav kir û tê de dibêje:

“Em ji bo nerîna giştî, medya û dezgehên pêwendîdar radigihînin ku bi daxeke giran kak Mûsa Babaxanî, endamê komîta navendî ya Hizba Demokrata Kurdistan bi destê terorîstên Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Hewlêr hate kuştin.”

Di daxuyanîya Hizba Demokrata Kurdistan de hatiye ku "Mûsa Babaxanî roja Pênşemê êvarê ji aliyê du terorîstên girêdayî komara Îslamî ya Îranê ve hatibû revandin û îro Şemiyê jî termê wî li hotêla Gula Silêmaniyê ya bajarê Hewlêr hate dîtin."

Li gor daxuyaniyê, şûna êşkencekirineke tund li termê wî diyar bûn.

Hêjayê gotinê ye Mûsa Babaxanî ji xelkê Kirmanşanê ye û bi berdewamî di nav rêzên Hizba demokrata Kurdistanê de xebat kiriye. Di kongirê 17an yê Hizba Demokrata Kurdistan de bû endamê komîta navendî ya partîyê.

XS
SM
MD
LG