Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Heta Armancên Me Cîh Werin Emê Operasyonê Bidomînin


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ji Serokê Amerîka Donald Trump re got ku ewê qet agirbesteke li bakurê Sûrîyê ranegihîne û bi şervanên Kurd re nekeve nav danûstandinan.

Erdogan di vegera ji Azerbeycanê de li firokê ji ronamevanan re got ku ewê operasyonê bidomînin, heta ku hemî armancên wan bi cîh werin.

Wî got ku ew ji tole û cezayên ku Amerîka li ser wean dîne, qet natirse.

“Dibêjin ‘agirbest ragihîne’. Emê ti car agirbestê ranegihînin. Ew givaştin li ser me dikin ku em operasyonê rawestînin. Armanca me zelal e û em ji toleyan natirsin.”

XS
SM
MD
LG