Hejmara qurbaniyên erdheja wêrankar ku li Sûriyê û Tirkiyê 6ê Sibatê rûdabû, sînorê 50 hezarî derbas kir, piştî ku hejmara kuştiyan li Sûriyê zêde bû li gorî amarên hevberkirî yên ajansa France-Presse (AFP)ê, ku ji çend jêder û aliyan ve, roja Sêşemê hatine tomarkirin.
Bi tenê li Sûriyê hejmara miriyan ku hema bidawî dibe gihişte 5 hezar û 951 kesan, li Tirkiyê jî, Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê (AFAD) ragihand ku 44 hezar û 374 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyan li herdu welatan gihîşt 50 hezar û 325 kesan.
Erdhejê li li Sûriyê, herêmên berfireh yên parêzgehên Heleb (bakur), Idlib (bakur rojava), Hama (navend), Lazqiye û Tertûs (rojava) wêraniyek mezin pêk anî, û trajediyên gelê ku ev nêzî 12 sal in ji ber şer êşê dikişîne du qat kir. şerê wêrankar yê ku welat di navbera çend aliyan de dabeş kirîye.
Li herêmên di bin destê rejîmê de, Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê mirina 1,414 kesan ragihand ku hejmara herî dawîyê ye.
Li deverên derveyî kontrola Şamê, "hikûmeta demkî", û Opozisyonê, ku navenda wê li Stenbolê ye, kuştina 4,537 kesan ragihand.
Wezîrê Tenduristiyê, Maram el-Şêx, roja Sêşemê ji AFP re diyar kir, "li ser daneyên ku ji nexweşxanan, navendên bijîjkî, û berevaniya sivîl, û her weha ji çavkaniyên sivîl û encumenên xwecihî hatine berhev kirin. Binax kirina qurbaniyan bêyî veguhestina nexweşxaneyan hatiye belge kirin."
Ji erdhejê û vir ve, ajansa France-Presse xwe dispêre jimara kuştiyan ku ji hêla Helmetên-Kûlavên Spî (Berevaniya Sivîl li deverên di bin kontrola opozisyonê de) hatine weşandin, ku bi giranî qurbaniyên ku ji hêla endamên wê ve hatine vegerandin belge dike.
Li gorî El-Şêx, encam "hema bêje yên dawîyê ne, ku piraniya qurbaniyan ji bin kavilan hatin derxistin", û bal kişand ser wê yekê kukomên sivîl li herêmê bi hevkariya ofîsa Netewên yekbûyî bo alîkarî û hejmara qurbaniyan di nava têkiliyê dane.
Hejmara dawîn ya kuştiyan li Sûriyê heman hejmar e ku berê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatibû ragihandin.
Encam, li gorî el-Şêx, hemû deverên li derveyî kontrola Şamê, yên ku rastî erdhejê hatbûn, ji deverên li jêr kontrola Heyet Tehrîr el-Şam li Idlibê (bakur-rojava), heta hemû deverên kontrolkirî ji aliyê komên Sûrî yên girêdayî Enqerê li bakurê Helebê (bakur) vedigire.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR), ku xwe dispêre toreke berfireh ji çalakvan û jêderên li ser erdê û nava axa Sûriyê, heman encam li bakurê rojavayê Sûriyê belge kir û radigihîne.
Li herêmên di bin kontrola hikûmetê de, SOHR dib êje 2,243 kuştî hene, yanî 824 kes zêdetir ji hemara ku rayedarên dewleta Sûrî ragihandibûn.
Rêveberê Çavdêriya Sûrî, Ramî Ebdulrehman got: "50 gund hene ku tîmên rizgarkirinê negihiştine wan, û miriyên wan herêman bê ku ji bo nexweşxaneyan bihên veguhastin hatine veşartin."