Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Erdheja Afganistanê de Nêzî bi Hezaran Kuştî û Birîndar Hene


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku îro Çarşemê li Afganistanê bi pileya 6,1 erdhejek çêbûye.

Reuters ji zarê karbidestên Afgan dide zanîn ku di erdhejê de bi kêmî ve 920 kesan canên xwe ji dest dane.

Karbidestên Afgan dibêjin dibe ku hejmara mirîyan zêdetir jî bibe.

Navenda erdhejê li hêla Host ya li rojhilata başûrê Afganistanê ye.

Tîmên hawarê hewil didin birîndaran ji binê kavilên erdhejê derxin.

Berpirsên Talîbanê bang li bîragiştî dikin ku alîkarîyan berê bibin rojhilata Afganistanê.

Jiber pevçûnên bi salan e li Afganistanê dom dikin, bi taybetî li herêmên çolter binesazî sist e û ew jî dike ku zararên erdhej çêdike zêde bin.

Li gor agahîyên Neteweyên Yekbûyî (NY) li Afganistanê di erdhejên di deh salên dawî de pirtir ji 7000 kes mirine.

XS
SM
MD
LG