Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Başûrê Îranê Rastî Erdhejek Bihêz Tê


Erdhej li Îranê
Erdhej li Îranê

Ajansa Ewrupa Navendî ya Çavdêrîya Erdhejan îro Yekşemê ragihand ku erdhejke di hêza 6.5 pile da başûrê Îranê têkhejnadîye û xwecihên Îmaratan hest bi erdhejê kirîye, lê derbarê ziyanan triştek nehat gortin.

Li gor navendê erdhej 59 kîlometran li bakurê rojavayê bajarê Bender Abbas ku dikeve ser lêvên ava Kendavê li başûrê welat pêkhatiye.

Heta amade kirina vê raportê ziyanên mirovî û madî derbarê erdhejê de nehatbûn ragihandin ya ku li welatê Îmaratan yê cîran jî hest bi rûdana erhejê kirîn.

Tora Niştîmanî ya Çavdêrîya Erdhejan li Îmaratan raportek di hesba fermî ya twîtera xwe de weşandîye û behsa asta hêza erdhejê û bandora wê li ser herêmê kiîre.

Navenda Tora Niçtîmanî ya Çavdêriya Erdhejan ya Îmaratan dîsan gotiye hêza erdhejê 6.2 pile bû ku li başûrê Îranê di demjimêr 16:07 de pêkhat. Lê piştî demekê kêm, navendê hêza erdhejê ji 6.1 pile bo 6.5 pile rastvekir.

Êstgeha Tora niştîmanî ya Îmaratan got "Li bakur û rojhlatê welat hest bi erdhejê hatiye kirin, lê bandorek nekirîye."

XS
SM
MD
LG