Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Erdheja li Meksîka Metirsîya Tsunamî Çêbû


Li beravên başûrê Meksîka bi pîleya 8 erdhejek pêk hat.

Li Mexico City ya paytaxta Meksîka avahî hejîyan û gel ji malan revîyan.

Reuters'ê da zanîn ku navenda erdhejê 123 kîlometre li başûrê rojavayê Pijijiapan e û kûrahîya wê jî 33 kîlometre ye.

Navenda Hişyarîya Tsunamî ya Pasîfîkê dîyar kir ku dibe ku pêlên xeternak yên tsunamî çêbin.

Ji bilî Meksîka, bo El Salvador, Kosta Rîka, Guatemala, Nîkaragua, Panama û Hondurasê jî hişyarîya tsunamî hat kirin.

Jiber erdhejê li Mexico City ya paytaxt ceyran qut bû.

XS
SM
MD
LG