Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump di Komcivîna G20 de li Osaka Behsa Kurdan Û Tirkiyê Dike


Serokê Amerîka Donald Trump di Komcivîna G20 de

Serokê Amerîka Donald Trump di preskonferansekê de derbarê hevdîtina xwe û Serokamrê Tirkiyê Erdogan li bajarê Osaka yê Japonya di çarçova Komcivîna G20 axiftinek kir.

CBS News dide zanîn ku Trump gotiye, "Erdogan pirsgirêk bi Kurdan re hene û her kes vê dizane", herwiha gotiye pirsa Tirkiyê cihê giringiyê ye û da zanîn ku Erdogan rojekê dixwast "Kurdan ji nav bibe" yên ku hevpeymanên me yên stratejîk in di hevpeymaniya şerê li dij DAIŞê de.

Trupm da znaîn ku dema artêşa Tirkiyê li ser sinorê Sûriyê hêzên xwe amade kir bûn, bo jinavbirina Kurdan, lê wî telefona Erdogan kir û ji wî re got ku "tiştekî weha neke" piştî ku ji wî re hat gotin "Wî tiştek li dij Kurdan nekir". Û ev jî karek baş bû Trump got.

Trump herwiha da zanîn ku Erdogan kesekî bi zehmete, lê ew dikare serederiyê di gel wî de bike û têkiliyên bi wî re baştin.

Ji hejî bîrxistinê ye ku Hêzên Sûriya Demokrat HSD e, li Sûriyê, hêza çalak û bi bandore di şerê li dij DAIŞê û ji aliyê Amerîka û hevpemaniya li dij DAIŞê tên piştevanî kirin û Kurd bingeha sereke ya pêkanîna HSDê ye.

XS
SM
MD
LG