Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Axiftina Erdogan Ya li Parlamentoyê Û Helwesta li Hember Amerîka


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di Parlamenê de
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di Parlamenê de

Erdogan, Sêşemê di gruba partiya AKPê de li parlamentoyê axafatina hefetyê kir. Mijarên sereke yên gotara wî operasyona Efrînê, piştevaniya Amerika bo HSD, endamtiya NATO'yê û Kongra HDPê bûn.

Di hin rojnameyên Tirkiyê de hat îddia kirin ku Pentagon 500 milyon dolar butçe jibo alikariya YPGê veqetandiye. Erogan derbarê vê mijarê de got " Ev pere ji berika gelê Amerika derdikevin. Divê gelê Amerika li dijî derkeve."

"Tirkiye jî weke Amerika welatek NATO'yê ye û divê Amerika li gorî pîvanên NATO'yê tevbigere. Ev çi şirîkatiya NATO'yê ye?

"Qaşo jibo DAİŞê hatin lê li hember Tirkiye eniyek vekirin, DAİŞ jibo xwe kirin hicet. Dawiya lîstika DAİŞê jî hatiye."

"Di demek nêz de emê wan planên ku li ser welatê me hatine sazkirin, li Efrîn û Minbicê têk dibin. Yên ku li dijî operasyonê dertên dixwazin welatê me teslîmê teroristan bikin.

Wekî ku tê zanîn Serokomarê Tirkiyê her carê dibêje, piştî Efrînê ewê derbasê Minbicê jî bibin. Wezirê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu gotibû ku divê leşkerên Amerika ji Minbicê derkevin.

Lê Generalek Amerika hefta borî çû Minbîcê û got Amerika ji Mİnbicê dernakeve.

Erdogan got "Helbet emê wan bi qestî hedef negirin lê ji îro şûnda me terorîstek li kur dît emê êrîş bikin. lewma divê ew li rex teroristan nesekinin."

"Yên ku dibêjin hun nikrin êrîş bikin, wisa xuya dike ku wan şilmaqa osmaniyan nexwarine."

Tirkiye ne welatek bêxwedî ye û dema ku bixwazin nikarin welatê me jixwe re weke meydanek fireh bikin."

Di gotara Erdogan de dîmenên kongerya HDPê jî da temaşekirin.

"HDP jî weke milê siyasî yê rêxistina terorê dişixule. Di kongerayên xwe de ne ala Tirkiye danîn ne jî siruşta netewî hate xwendin. Axaftvan li wir silavan şandin ji rêxistina terorê re, wêneyê serokê terorê nîşan dan. Ev helwesta wan û dîmenên ji wir, kongreyê ji fermiyetê derxist. Dibêjin li Efrinê bexwedanek mezin heye. Ku partiya opozisyonê bêje PYD ne terore helbet HDP'e jî bi rihetî piştigirya xwe nîşa bide. Em îxaneta ji nav xwe jibîr nakin."

Xecîcan Farqîn 13.02.2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:33 0:00

XS
SM
MD
LG