Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Ewê Esed Vexwîne Danûstandinê û Peywendiyan Bi Sûriyê re Vegerîne


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Yekşemê ragihand ku Enqerê wê ji Serokê Sûrî Beşar El Esad re "di her çirkeyê de" vexwendnameyek bişîne, jibo danûstandinên pêkan yên ser vejandina peywendîyên her du welatên cîran.

"Emê vexwendnameya xwe (ji Esed re bişînin); bi vê vexwendinê em dixwazin peywendîyên Tirkîye-Sûrîyê vegerînin asta berê. Dibe ku vexwendina me di her çilkeyî de were kirin," li gor daxuyanîya wî ji medya Tirkîyê re, ku ofîsa wî belav kir.

Piştî destpêkirina şerê navxweyî yê Sûrîyê, Enqerê peywendîyên xwe yên bi Şamê re qut kir û dest bi piştgirîya opozisyona çekdar ya dijî rejîma Sûrî kir .

Wê gelek operasyonên leşkerî yên li ser sînor li dijî çekdarên ku ew dibêje ewlekariya wê ya niştimanî tehdîd dikin pêk anîne, û "herêmeke ewle" li bakurê Sûriyê ava kir ku niha leşkerên Tirkîyê lê bi cih bûne.

Artêşa Tirkîyê gelek caran ser sînor û li nava Sûrîyê operasyonên leşkerî pêk tîne, dijî komen bi peşengîya Kurdan ku dibêje ser ewlekarîya wê gefê çê dikin.

Herwiha Tirkîyê li bakurê Sûrîyê "herêma ewle" ava kir ku niha leşkerên Tirk lê bi cih bûne.

Erdogan ev daxuyanî dema ku ji Berlînê vedigerîya di firokeyê de ji rojnamevanan re da.

Serokê Tirkîyê anî ziman ku Enqere wê bersîva her gavên erênî yên Şamê bide.

"Niha em gihîştine wê astê ku ger Beşar Esad jibo baştirkirina peywendîyên bi Tirkîyê re gavekê bavêje, emê jî wê nêzîkatiyê li hember wî nîşan bidin," wî got.

Erdogan herwiha destnîşan kir ku û serokê Rûsya Vladimir Putin û herwiha serokwezîrê Îraqê dikarin di hêsankirina peywendîyên her du welatan de bibin alîkar.

"Nêzîkatîyek Putin û serokwezîrê Îraqê heye, ku bila danûstandin li Tirkîyê werin kirin. Em li her derê behsa navbeynkarîyê dikin, çima bi cîranê me re nebe?," ofîsa wî got.

Erdogan ev demeke bi dubarekî dibêje ku ew dixwaze di peywendîyên Tirkîyê û Sûrîyê de rûpelek nû ya dostane vebike.

Lê karbidestên Sûrî bi berdewamî dibêjin ku vejandina peywendîyan pêkan e, lê tenê bi şertê ku dema Tirkiyê bi hezaran leşkerên xwe ji bakurê rojava vekişîne, herama ku di bin kontrola serhildayan de ye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG