Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan û Bahçelî Berî Ragihandina Biryara Hilbijartinê Kom Bûn


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî re civînek çêkir.

Civîna Erdogan û Bahçelî li Qesra Serokomarîyê, li medyayê girtî 1 saet û 15 deqîqeyan ajot.

Erdogan û Bahçelî piştî civînê ti daxuyanî nedan.

Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û MHP bi hev re di Tifaqa Cumhur de ne.

Çaverê ye, Erdogan di 10’ê Adarê de biryara hilbijartinê ragihîne.

6 partîyên muxalefetê li hember desthilata Erdogan ya 20 salan di Tifaqa Milet de kom bûne.

Tifaqa Milet di 6’ê Adarê de ragihand ku berbijarê wê yê serokomarîyê Kemal Kiliçdaroglu ye.

Jêderên Partîya Gel ya Komarî (CHP) dibêjin Kiliçdaroglu wê serdana Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bike.

XS
SM
MD
LG