Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Tirkiyê bo Serdanekê Digihe Bosniya


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana paytexta Bosniya Serayêvo kir ji bo wergirtina piştgiriyê ji welatiyên Tirkiyê li Ewrupa, berî dema hilbijartinên pêşwext ên welêt.

Piştî kombûna wî ya li gel hevtayê xwe yê Misilman Bakir Izetbegovic, bi hezaran Tirkên alîgirên wî tevlî helmeta wî ya hilbijartinan dibin.

Bosniya ew cihê tenê ye li Ewrupa ku Erdogan helmeta xwe ya hilbijartinan lê dike, piştî ku Nemsa, Almanya û Holenda ragihand ku ew rê nadin çi helmetên wiha li welatên wan bibin.

Hilbijartinên serokatî û parlemanî yên Tirkiyê dê berî salekê ji dema wan a durist, di 24 meha bê de, bêne li darxistin.

Bêhtirî 3 milyon Tirkên ku li derve dijîn dê karibin roja 7 meha bê dengê xwe bidin.

XS
SM
MD
LG