Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan li Amedê li ser Hilbjartinan Peyam Dan


Erdogan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan roja Şemiyê serdana Amedê kir

Di serdana xwe de li avahiyên ku li navça Sûra Amedê tê lêkirin geriya û piştre li stadyuma nû ya bajêr axaftinek pêşkêş kir.

Erdogan di xaftinên xwe yên li Amedê de behsa hilbijartinên herêmî kir û li dijî HDPê axivî.

Wî got “xema ew kesên bi zimanê ku dixwazin welatê me perçe bikin diaxivin, windakirina berjewendiyên siyasî û aborî.”

Wî got:

"Werin em mizgîniya dema nû li Amedê bidin. Hûn amade ne ku dawî li desthilatiya wan hêzan bînin ku ji jan û xwînê pêhtir tiştek nekirin para we. Werin ji wan kesên ku zarokê we direvandin Qendilê re bêjin êdî bes e. Werin em deriyek nû li demek nû ji Amedê vekin ku ev hilbijartina heremî bibe pêngaveke giring ji bo armanca me ya Tirkiyeyek bihêztir."

Serokomarê Tirkiyê danê êvarê jî di daxuyaniyek de got ji encama hilbjartina 24ê Hezîranê memnûn nînin.

Wî da xuyakirin 24ê Heziranê de jibo serokomariyê ji 27, di parlamenteriyê de ji 22 rêjeya dengên Amedê ji AKPê re derketine.

"Halbûkê bi razamendî û xizmetan, muhabeta me ya bi vî bajarî re diviya ku encamek baştir ji vir derketa. Lê kêmasî ne ya bajêr e kêmasî di me de ye ku nikribûn dilê gelê li vir fetih bikin."

Wî got ewê hewil bidin ku bikevin dilê gelê Amedê da ku encama hilbijartina herêmî zêdetir bikin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:42 0:00

XS
SM
MD
LG