Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan di Peyamên Xwe de Gefên Êrîşkirina Ser Efrînê Berdewam Dike


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Erdogan Yekşemê di girseya kongira herêmî ya partiya AKP'ê de, li bajarê Tokatê dubare kir û got, ewê di demek nêzîk de, dest bi operasyona Efrînê bikin. Wî got ev operasyon dê berdewamiya operasyona "Mertala Firatê" be.

Serokomarê Tirkiyê di peyama xwe ya dirêj de, destnîşan kir ku, di nêrîna wan de PKK, FETO çibe, YPG jî ewe.

Herwisa îdia kir ku, Amerika navê rêxistina terorê diguhere û ji wan re dibêje Hêzên Suriya Demokratîk.

Wî got, berjewendiyên hevpar yên Tirkiyê û Amerika hene û hêvî dikin di operasyona Efrînê de Amerika piştgiriya Tirkiyê bike.

Gotinên Erdogan di fayla deng de gûhdarî bikin.

Xecîcan Farqîn_ Diyarbakir_Amed 14.01.2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:52 0:00

XS
SM
MD
LG