Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan bo Dema Hilbijartinê 14'ê Gulanê Destnîşan Dike


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê di komcivîna Partîya Dad û Pêşvbirinê (AKP) de bo dema hilbijartinê 14’ê Gulanê destnîşan kir.

‘’Ev milet bi îzna Xwedê, di 14’ê Gulanê de çi hewce be, wê bike’’ Erdogan got.

Ji erdheja meha borî vir ve ser dema hilbijartinên seroktî û parlamanê nîqaş çêdibin.

Hin derdor dîyar dikin ku ew dikarin hilbijartinan heya dawîya salê paş bixin hin jî dibêjin divê ew di 18’ê Hezîranê de, bi dema rastîn hilbijartinan li dar xin.

Berîya felaketa erdhejê, piştgirîya Erdogan jiber zêdebûna lêçûnên jîyanê û daketina qîmeta lîraya Tirkî kêm bûbû.

Hikûmeta Erdogan ji erdhejê vir ve jî bi rexneyên giran yên ser rêvebirîyê û alîkarîyê rûbirû maye.

Erdogan, ku armanc dike ku desthilatdarîya xwe di dehsala sêyan de dirêj bike, berê jî gotibû ku ewê bo betlaneyên meha Hezîranê dengdanê di meha Gulanê de çêkin.

Niha bo herêma erdhejê, ku nêzîkî 14 mîlyon kes lê dijîn, ser amadekirina şertên hilbijartinê fikar çêbûne û derbarê dengdanên şênîyê wê herêmê nîqaş didomin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG