Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Emê di Adarê de Biryara Fermî ya Hilbijartinê Ragihînin


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna kabîneyê ser hilbijartinê axifî.

Erdogan ragihand ku ewê roja Înê biryarê bidin û peyvajoya hilbijartinê wê destpê bike.

‘’Bona ku Tirkîye birînên afatê derman bike, bo bandorên wê rastexwe û yên ne rasterast sivik bike rêvebirîyeke xurt, îradayeke sîyasî ya xurt hewce ye’’ Erdogan got.

Wî dîyar kir ku ewê di 10’ê Adarê de, roja Înê biryara hilbijartinê bide.

Piştî birya di Rojnameya Fermî de derkeve peyvajoya hilbijartinê dê destpê bike.

Çaverê ye hilbijartinên Tirkîyê di 14ê Gulanê de pêk werin.

Jêder: NTV

XS
SM
MD
LG