Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) û Partîya Memleket ser berbijarîya Recep Tayyîp Erdogan serî li Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) dan ku pêdeçûnê bike.
Sekreterê Giştî yê Partîya Memleket Halîl Îlker Çelîk dîyar kir ku li qor Qanûna Bingehîn serokomar dikare du dewran were hilbijartin, lê Erdogan cara sisêyan dibe berbijar.
Çelîk got ku li gor qanûnê nabe ku Erdogan bibe berbijar û dîyar kir ku ew ser îtirazê mafdar in.
Berdevkê DEVA Îdrîs Şahîn jî dîyar ku wan ji YSK’ê xwestiye ku Erdogan ji lîsta demkî ya berbijaran derxe.
Şahîn got ku li gor bernameya hilbijartinê divê YSK heta du rojan biryara ser pêdeçûnê bide.
Erdogan di hilbijartinê de, ku dê di 14’ê Gulanê de çêbe, berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Gel e.
Jêder: DHA, Twitter