Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Heta Niha Ew bi Hemî Hêzên Xwe jibo Xizmetê Xebitîne


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di TRT ya kanala dewletê ye de axaftina xwe ya pêşî ya propagandayê kir.

Erdogan di axaftina xwe de got ku di rêvebirîya wî de hin kêmahî û şaşî bûne, lê ti kes nikare înkar bike ku ew bi hemî hêzên xwe jibo xizmetê xebitîne.

‘’Perwerdehî, saxlemî, dadmendî, ewlekarî, veguhestin, enerjî, sanayî, çandinî, bazirganî, me di van qadan de jibo îro ro binesazî ava kirin. Me di demokrasîyê de, di maf û azadîyan de standartên welatên pêşve birin.’’

Wî bi bîr xist ku ew 40 sal in di sîyasetê de ye û di rêvebirîya welêt de 20 sal li dû xwe hiştine.

Erdogan dîyar kir ku ewê di hilbijartinan de bi awayekî wisa ser bikevin ku ti hemwelatî wê tiştekî hinda neke.

Tirkîyê jibo hilbijartinan serokomarîyê roja Yekşemê dihere sindoqan û Erdogan wek berbijarê Hevpeymanîya Gel e hêvî dike ku hember Kiliçdaroglu yê namzetê Hevpeymanîya Netew serfiraz be.

Jêder: AKP

XS
SM
MD
LG