Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan bi Erênî li Endamtîya Fînlandîya Dinêre, Pêşîya Swêdê Digire


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê dîyar kir ku ew bi erênî li serlêdana Fînlandîya ya bo endamtîya li NATO dinêre, lê piştgirî nade daxwaza Swêdê.

Erdogan dîyar kir ku sedema piştgirînedana bo Swêdê protestoyên li wî welatî ne ku di nav wan de şewitandina Quranê jî heye.

‘’Heta ku destûrê bidin şewitandina Quranê emê jî ji serlêdana wan ya NATO’yê re nebêjin erê.’’

Erdogan roja Yekşemê îşaret dabû ku berî ya Swêdê bo endamtîya Fînlandîya razî bibe.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu jî pêr Duşemê daxuyanîyeke bi wî rengî dabû.

Swêd û Fînlandîya piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dan ku bibin endamên tifaqê.

Karbidestên Fînlandî dibêjin hêvîya wan ew e ku Helsînkî bi Stockholm bi hevre bibin endamên NATO.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG