Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: HDP Dikare bo Guherîna Qanûna Bingehîn Piştgirî Bide


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got ku partîyên rikeberîyê dikarin piştgirî bidin bernivîsa ser guherîna qanûna bingehîn.

Erdogan dîyar kir ku ger Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) piştgirî bide guhertina qanûna bingehîn, divê ti kes şaş nemîne.

Serokê Tirkîyê îdia kir ku HDP bi awayekî erênî li piştgirîya guhertina qanûna bingehîn dinêre û bi heman awayî Partîya Komarî ya Gel (CHP) jî dikare destek bide.

Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) bernivîsa ser guherîna qanûna bingehîn, tevî parlamaneterên Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) û Partîya Yekîtîya Mezin (BBP) bi 336 îmzayan pêşkeşî parlamanê kiribû.

Bo pejirandina bernivîsa ser erêkirina 360 parlamanteran hewce ye.

Li parlamana Tirkîyê, ku bi giştî 600 kursî hene, hejmara kursîyên AKPê 286, ya CHP'ê 134 û ya HDP'ê jî 57 in.

XS
SM
MD
LG