Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan li Mêrdînê Behsa Cezakirina Îmamoglu Kir


Erdogan in Mardin
Erdogan in Mardin

Piştî derçûna cezayê zîndanê bo şaredarê Stenbolê, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, dadgeh dê di proseya pêdaçûnê de xeletiyan rast bike û got, mafê tirkan nîne ku guh nedin biryarên yasayî.

Erdogan di axaftina xwe ya yekem de piştî cezayê zîndanê li dij Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu derketî, ku hevrikê herî bihêz yê Erdogan yê hilbijartina çaverê kirîye li Tirkiyê, ku 2 sal û 7 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, Erdogan got berê wî lê nine kanê berbijarê opozisyonê her kî be bow î ferq nake.

Îmamoglû di sala 2019an de biryara Komîta Bilind ya Hilbijartinê ya betalkirina encamên hilbijartina şaredariyê rexne kir ku tê de Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya ku Erdogan rêberatioya wê dike têk bir, piştî ku hilbijartin dubare bû. Îmamoglu biser ket û bû şaredarê Stenbolê.

Erdogan wiha got: "Hê biryara dawî ya dadgehê derneketiye. Doz dê çîte Dadgeha Îstînafê û Dadgeha Bilind. Ger ku dadgehan xeletiyek kiribe dê were rastkirin. Ew dixwazin me bikşînin nav vê lîstikê.".

Ekrem Îmamoglu Şaredarê Stenbolê
Ekrem Îmamoglu Şaredarê Stenbolê

Tawanbar kirina Îmamoglû partiyên opozisyonê lihev kom kirin ku ew dibêjin, ev şerê ji bo demokrasî, serweriya yasayê û dadweriyê ye. Bi hezaran kes ji bo protestokirina biryara dadgehê li hev civiyan û Îmamoglu jî got ku ew ê li hember cezayê dadgehê nerazîbûnê nîşan bide.

Erdogan di serdanekê de li bajarê Mêrdînêbû, wî di mîtinga bajêr de got: "Gelek biryarên dadgehan hene ku me bi tundî rexne li xwe girtiye, lê ev yek mafî nade kesê ku heqaretê li dadweran bike û biryarên dadgehê mandila bike."

Rexnegir dibêjin ku dadweriya Tirkiyê ji bo daxwazên Erdogan ji bo cezakirina kesên ku wî rexne dikin kar dikin. Lê hikûmeta Tirkiyê dibêje dadwerî û dadgeh serbixwe ne.

XS
SM
MD
LG