Ajansa nûçeyan ya Reutersê derbarê hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê yên Tirkîyê bi Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu re peyivî.
Îmamoglu got ku hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê wê dijî Serokomarê Tirkîyê û Serokê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Recep Tayyîp Erdogan peyaman bidin.
Wî dîyar kir ku jiber ku partîyên muxalefetê vê carê tifaq çênekirine ewê hilbijartin jibo wan dijwar bin, lê got ku ew ji xwe bawer in ku ewê li Stenbolê AKP’ê têk bibin.
AKP’ê do Yekşemê ragihand ku berbijarê wê yê jibo bajarvanîya Stenbolê Murat Kurum e ku wî berê jibo hawîrdor, îqlim û bajarvanîyê wezîrî kiribû.
Reuters ser Îmamoglu dîyar kir ku bajarê herî mezin yê Tirkîyê bi rê ve dibe û got ku ew yek ji rêberên rikeberîyê ye.
Îmamogu got ku ew dixwazin nîşan bidin ku li Tirkîyê dadmendî, demokrasî û hiqûq li pêş in û dîyar kir ku ger ew careke din bi ser kevin ewê jibo hikûmetê peyam bin.
"Rastîyek e ku wê hilbijartin ji hilbijartinên borî dijwartir bin. Di hilbijartinên borî de tifaq hebûn û helwesteke zelaltir nîşan didan."
Bajarvanê Stenbolê Îmamoglu sala 2019’an li Stenbolê bi ser ketibû û dawî li îqtidara AKP û pêşengên wê yên Îslamî yên li wî bajarî anîbû.
Di hilbijartinên 2019’an de Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) tê zanîn, li bajarên mezin yên wek Stenbolê, li hember desthilatê piştgirî dabû berbijarên rikeberîyê.
Partîya Gel ya Komarî (CHP) di rojên borî de bi DEM Partî re danûstandin kirin, lê hîn ti hevkarî nehatiye ragihandin.
Jêder: Reuters