Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Çarşemê rexne li wezîrê derve yê Îmaratên Erebî yên Yekbûyî girt ku di twîteke xwe de Sûltanên Osmanlî bi serederîya xerab ya ligel Ereban û dizîna belgenamên "Destxet" ji Medîna Monewer tawanbar kir bûn.
Erdogan roja Çarşemê bersiva twîta wezîr da û got "bila sînorên xwe bizane", bê ku navê wezîrê derve yê Îmaratên Erebî yên Yekgirtî Abdullah bin Zayed al Nahyan bîne.
Erdogan herwiha go "feqîro dema babkalên me yên Osmanî di navbera salên 1916 û 1919ê de, bajarê Medîna pîroz û xezînên wê diparastin babklaên we, wî çaxî li kûderê bûn?".
Aloziyên di navbera Tirkiyê û Îmaratên Erebî de, di wî çaxî de pêk tên, dema Tirkiye piştevaniya Qeter dike ya ku ji aliyê welatên kendavê ve bi piştevaniya terorê û têkliyên bi Îranê re tê tawanbar kirin û aloziyên dîplomasî di navbera wan de tên berdewam kirin.