Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Wê Wezîrên Wî Bibin Berbijarên Parlamanterîyê


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir ku wezîrên di kabîneyê de dê bo hilbijartinên 14’ê Gulanê bibin berbijarên parlamanterîyê.

Erdogan di komcivîna Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) de got ku ger ew di hilbijartina serokomarîyê de bi ser keve ewê di kabîneyê de hin kesên nû cîh bigirin.

Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de Erdogan berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Gel e.

Partîyên muxalefetê dibêjin ku li gor Qanûna Bingehîn Erdogan nikare cara sisêyan bibe berbijar, lê hikûmet û endamên AKP dibêjin di sala 2018’an de sîstema hikûmetê guherîye û Erdogan bi sîstemê cara pêşî bûye serokmar.

Li hember Erdogan, berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu heye.

Erdogan di axaftina xwe de slogana Kiliçdaroglu ya bo hilbijartinê, ku ‘’Soz ji te re, ewê bihar werin e’’ rexne kir.

Wî got ku ewên ku dibêjin ewê bihar were, bi vê hişmendîyê biharê tînin Qendîl û Pensîlvanya.

Serokomarê Tirkîyê ser muxalefetê got ku bihara wan bo milet ji zivistanê xerabtir e.

Jêder: DHA

XS
SM
MD
LG