Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Wê Kabîneya Nû Sibê Şemîyê Ragihîne 


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan wê sibê Şemîyê sond bixwe û kabîneya nû ragihîne.

16 kesên hatine hilbijartinê îro Înê beşdarî merasîma sondê nebûn.

Cîgirê Serokomarê Tirkîyê Fuat Oktay, ku ji Enqerê hatibû hilbijartin, 15 wezîrên din tevî ku hatine hilbijartin jî îro sond naxwin.

Ji wan 16 navan, kesên ku wê jinûve nebin wezîr sibê Şemîyê piştî kabîneya nû were eşkere kirin û sond bixwin.

Ji alîyê din ve, medyaya fermî ya Ermenistanê jî ragihand ku serokomarê welêt Nikol Pashinyan li ser vexwendina Erdogan, wê beşdarîyê li merasîma sondxwarinê bike.

Pashinyan di 28'ê Gulanê de Erdogan jiber serketina wî pîroz kiribû.

Jêder: VOA, Gazete Duvar

XS
SM
MD
LG