Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan rikeberî bi sîyaseta îstîsmarê tawanbar kir.
Erdogan di bernameya fitarê de, ku bo karkenaran li dar ket, dîyar kir ku rikeberîyê buxçeya sozan vekiriye û zêde zêde belav dike.
‘’Di rojên dawî de hin kes hewil didin di ser mûçe û îkramîyeyên jibo karkenaran re sîyaseta îstîsmarê bimeşînin’’ Erdogan got.
Wî dîyar kir ku ewê rikeberî here Ewrupa û jibo mûçeyên karmendan li ber wan bigere.
Erdogan îdia kir ku rikeberî dixwaze bi lobîyên cîhanî vê girê bide.
Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) û berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu gotibû ku gava ew werin desthilatê ewê 15 hezar lîrayan li îkramîyeyan zêde bikin.
Jêder: Twitter, AKP