Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan, Îsraîlê bi Gefa Ser Mirovahiyê Tawanbar Dike û Îsraîl Daxwaza Derxistina Tikriyê ji NATO Dike

Turkey Israel flags
Turkey Israel flags

Girjîya Tirkîye û Îsraîlê bi daxuyanîyên dijî hevdu yên her du dewletan gurtir dibe.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî gotinên xwe yên ku Îsraîlê wek ‘’gefên êrîşê’’ şirove kir, careke dijî wê dewletê axifî.

Erdogan got ku Îsraîl li herêmê tekane dewlet e ku sînorên we ne dîyar in û da zanîn ku ew dijî ‘’hemî mirovahîyê gef’’ e.

‘’Ka kî dikare garantîyê bide ku ew kesên ku îro çavên wan li ser Lubnanê sibê destên xwe yên pîs dirêjî cîhên din nekin?’’

Wî got ku hin alî dixwazin ku şerê li Gaza li herêmê belav bibe û dîyar kir ku ew dijî vê yekê wisa diaxife.

Erdogan da zanîn ku Îsraîl hiqûqê qebûl nake û dîyar kir ku ew êdî ne tenê jibo Filîstîn û Lubnanê, lê jibo mirovahîyê gef e.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Yekşemê êrîşên Îsraîlê yên li Gaza rexne kiribû û gotibû ku ew çawa ketine Qarabax û Lîbya ew dikarin herin wir jî.

Berî gotinên Erdogan yên îro Sêşemê, Wezîrê Derve yê Îsraîlê Israel Katz bang li NATO kir ku Tirkîyê ji hevpeymanîyê derxe.

Wezareta Derve ya Îsraîlê ragihand ku Katz bang li dîplomatên Îsraîlî kiriye ku bi endamên NATO re danûstandinê bikin û hewil bidin ku hevpeymanîyê Tirkîyê şermezar bike.

Wê wezaretê dîyar kir ku Katz daxwaz kiriye ku NATO, Tirkîyê ji hevpeymanîyê derxe.

Tirkîye ji sala 1952’yan vir ve endama NATO ye.

Îsraî ne endama NATO ye lê ji 1995’an vir ve bi rêka mekanîzmeya Dîyaloga Deryaya Sipî hevbenda aktîf ya hevpeymanîyê ye.

Ji 2017’an vir ve li biryargeha NATO ya li Brukselê mîsyona fermî ya Îsraîlê heye.

XS
SM
MD
LG