Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku di hilbijartinên Yekşemê de ew li pêşîya hevrikê xwe yê opozisyonê ye, lê wî da zanîn ku eger pêwîst bibe ew jibo gera duyê amade ye.
Erdogan ev yek got li dema ku dengên hilbijartinên Tirkîyê hîn jî tên hejmartin.
"Em hîn nizanim ku gelo hilbijartin di gera yekê de bidawî dibe, lê eger gel me bibe gereke din, emê rêzê li wê yekê jî bigirin," rêberê Tirkîyê ji piştgirên xwe re got. Wî dîyar kir ku hevpeymanîya bi serkêşîya partîya wî ya Îslamî, Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP), piranî di parlementê de bidest xistiye.
Hevrikê Erdogan yê opozisyonê Kemal Kiliçdaroglu jî soz da piştevanên xwe ku ewê di gera duyê ya hilbijartina serokatîyê de biserkeve.
"Eger gelê me dibêje gereke duyê, emê bêguman di gera duyê de bi ser kevin. Vîyana guhertinê li nav civakê ji 50 ji sedî bilindtir e," Kiliçdaroglu ragihand.
Li gor qanûna hilbijartinên Tirkîyê, eger ti berbijarên serokatîyê rêjeya 50% ji dengan bidest nexîne, hingê hilbijartin diçe gereke din di navbera her du berbijarên pêşî de. Gera duyê 28'ê Gulanê lidar dikeve.
Jêder: AFP