Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PKKê Di Rakêşanên Navbera Erdogan Û Kiliçdaroglu De


Di demekê de ku çend demjimêr ji hilbijartinên seroktî û parlemanî yên Tirkiyê re mane, herdu kandîdên sereke yên seroktiyê bi gelek cûre tawanan hevdu tawanbar dikin, di nav de jî mijara Partiya Karkerên Kurdistan (PKKê).

Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Tirkiyê bi awayekî aşkere dibêje ku kandîdê opozisyonê Kemal Kiliçdaroglu peywendî bi PKKê re hene û wî tawanbar dike ku ew dixwaze Tirkiyê bibe meydaneke vekirî ji terorê re.

Erdogan got, "Dixwazin welêt bikin daristaneke rêxistinên terorê yên ku di destê emperyalîstan da ne. Kêşeya wan ne bi me re (wek partî), ew bi Tirkiyê, miletê tirk û destkeftiyên Tirkiyeyê re ye."

Erdogan soza tolvedana vê peywedniya bi Qendîlê re da û got roja 14 Gulanê dê xelkê Tirkiyê bersiva vê yekê bide.

Wî got, "Belê, birêz Kemal (Kemal Kiliçdaroglu), hevalê te Qendîl e û hûn bi wan re li ser vê rêyê ne. Lê birêz Kemal, 14ê Gulanê ev gelê pîroz, ev welatiyên min ên ezîz wê sindoqan ji we re bikin gor. Gelo em ji vê re amade ne?"

Kandîdê opozisyonê Kemal Kiliçdaroglu bersiva van tawanbariyên Erdogan dide û wan wek derew tine ziman.

Kiliçdaroglu got, "Her cûre derew, her cûre îftîra, her cûre helmetên rûreşiyê tên meşandin. Ya ku li vir min gelekî xemgîn dike ew e ku kesê li ser kursiya seroktiyê rûniştiye vî zimanî bi kar tîne. Ger kesek vê yekê bike em ê fêm bikin." Dibe ku em tiştekî normal qebûl bikin, lê kesekî ku dibêje ez serokê 85 milyon mirovên vî welatî me, ne rast e ku vî zimanî bi kar bîne."

Li gor Kiliçdaroglu nabe ev axaftinên bê bingeh ji kandîdekî seroktiyê derkevin. Ew dibêje Erdogan dixwaze bi derewan dengê xelkê qezenc bike.

Wî got, "Ne layiqî mirovekî ye ku derewan bike û ne rast e kesê ku namzedê rêvebirina welatekî be, derewan dike. Eger (Erdogan) cesaret hebe em dikarin wek du mirovên medenî di her kanaleke televîzyonê de werin cem hev. Em dikarin rûnin û biaxivin, lê newêre vê yekê bike, difikire ku bi derew û helmetên rûreşkirinê dê dengan bi dest bixe, lê gel êdî hişyar bûye, civak baş dizane ku em çawa hatine îro Pirsgirêkên mitbaxê û pirsgirêkên aboriyê dizanin. Êdî ev zik têr nakin."

Tê zanîn ku partiya alîgira Kurdan HDP bi navê Partiya Çep ya Kesk tevlî hilbijartinên sibe 14 Gulanê dibe û ew piştgiriya Kemal Kiliçdaroglu dike.

XS
SM
MD
LG