Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Ew Dikare jibo Rawestandina Şerê Rûsya û Ukrayna Navbeynkarîyê Bike, Kremlîn Pêşnîyarê Red Dike


Serokê Rûsya Putin û Serokê Tirkîyê Erdogan
Serokê Rûsya Putin û Serokê Tirkîyê Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Çarşemê ji hevtayê xwe yê Rûsî Vladimir Putin re got ku Enqere dikare jibo sekinandina şerê Ukrayna û Rûsya alîkarîyê bike, lê berdevikê Putin dîyar kir ku Erdogan nikare navbeynkarîyê bike.

Seroktîya Tirkîyê ragihand ku Erdogan li Kazaxistanê di hilcivîna Rêxistina Hevkarîyê ya Şanghayê de bi Putin re axifîye û ji wî re gotiye ku ew bawer dike ku aştîyeke jibo her du alîyan jî adil pêkan e.

Lê berdevikê Putin, Dmitry Peskov rola navbeynkarîyê ya rêberê Tirk red kir.

Ajansa nûçeyan ya Tass, ku ajanseke Rûsî ye, dîyar kir ku Peskov derbarê nabeynkarîya Erdogan gotiye ku "Tiştekî wisa ne pêkan e."

Wê ajansê eşkere nekir ku Kremlîn jiber çi dijî navbeynkarîya Erdogan disekine.

Seroktîya Tirkîyê ragihand ku Erdogan û Putin ser şerê li Gaza û rêkên rawestandina pevçûnên li Sûrîyê jî danûstandin kirine.

Tirkîye endameke NATO ye ku ew hevpeymanîyeke bi pêşengîya Amerîka ye.

Berovajî rêberên din yên NATO yên dijî hikûmeta Putin tole ragihandin, Erdogan di peyvajoya şer de hewil da ku hem bi Rûsya re hem jî bi Ukrayna re peywendîyên baş bidomîne.

Tirkîyê jibo peymaneke ku rê vekir ku Ukrayna dexlûdanan bi awayekî ewle ji bendergehên Deryaya Reş derxe navbeynkarî kiribû û wê peymanê salekê dom kiribû.

XS
SM
MD
LG