Bekir Bozdag cîgirê serok hikûmetê Tirkiyê da zanîn ku, alîkariya Fransa jibo bi cî anîna tenahiyê li Bakurê Sûriyê, ku ji aliyê Kurdan ve tê birêve birin, ev tê wateya ku Fransa piştevaniya terorê dike û ew dê "bibe armanca Tirkiyê".
Alîkariya Fransa ya Hêzên Sûriya Demokrat HSD'ê, yên ku herêmên Bakurê Sûriyê kontrol dike û YPG di nav de hêza herî mezine Tirkiye acviz kiriye, Tirkiye hêzên HSD'ê li Bakurê Sûriyê, yên ku DAIŞ'ê ji herêmê der kirine weke hêzên terorîst dibîne.
Ev cara yekê ye di dema serokatiya Recep Tayyib Erdogan de têkiliyên Tirkiyê û Fransa weha aloz dibin.
Alîkariya Amerîka ya Hêzên Sûriya Demokrat û di nav de YPG'ê sedema sereke yê alozbûna têkiliyên di navbera Amerîka Tirkiyê de ye.
Ajansa Reuters Şemiyê ragihand ku, Qesra Spî doh Înê di daxûyaniyekê de eşkere kirîye ku, serok Trump ligel serokê Tirkiyê R.T. Erdogan axifitîye" derbarê guherînên li herêmê û hevpeymaniya stratejî ya di navbera Tirkiyê û Amerîka de gotûbêj kirine".
Qesra Spî dibêje"herdu serokan tekez liser berdewamiya hevakiriya di navbera herdu welatan de kiriye, herweha pêşxistina berjewendiyên hevbeş weke du welatên endamên NATO'ê û çareseriya wan pirsgirêkan yên ku dibin sedema alozbûna têkiliyên herdu welatan hatine gotûbêj kirin".