Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Fermana Rawestana Kar li gel Kompaniya McKinsey Dide


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Şemiyê got wî ferman daye wezîrên xwe ku êdî rawêjkariyê ji kompaniya Amerîkî McKinsey wernegrin, piştî ku rêkeftina hikûmetê li gel kompaniyê rastî rexneyên opozisyonê hat.

Meha borî wezîrê darayî yê Tirkiyê û zavayê Erdogan, Berat Albayrak got Tirkiyê biryar dabû ku kar li gel kompaniya McKinsey bike ji bo danîna programeka abûrî ya nîvdem.

Serokê partiya gel a komarî CHPê Kemal Kilicdaroglu vê hefteyê Erdogan bi rawestana li gel kompaniyên Amerîkî tawanbar kir.

Albayrak berevaniya rêkeftina li gel McKinsey kiribû û digot her kesê naxwaze Tirkiyê li gel McKinsey kar bike ew “yan nezan e yan jî xayîn e.”

Erdogan ji endamên AK partî re got:

“Ev kes (Kilicdaroglu) hewil dide me têxe qorzîkekê bi riya pirsiyaran li dor wergirtina rawêjkariyan ji kompaniyê… ji bo ku em derfetê nedin wî… min ji wezîrên xwe xwest êdî rawêjkariyê ji wan (McKinsey) wernegrin.”

XS
SM
MD
LG