Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Jibo Swêdê Bibe Endama NATO Divê Derîyên YE'ê li Tirkîyê Vekin


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Duşemê got ku ger jibo endamtîya li Yekîtîya Ewrupa (YE) rê li ber Tirkîyê vekin ewê jî endamtîya Sêdê ya li NATO bipejirînin.

‘’Ez bang li wan dewletan dikim ku zêdetirê 50 salan e Tirkîye li ber derîyê YE sekinandine. Ezê li Vilniusê jî bang li wan dewletan bikim.’

Erdogan berî ku here Hilcivîna NATO ya li Vilnius ya Lîtvanya li Stenbolê got ku ewê berî hilcivîna NATO îro bi Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson re bicive.

Berî hilcivînê, Erdogan û Serokê Amerîka Joe Biden jî bi rêka telefonê peyivîn.

Serokomarîya Tirkîyê ragihand ku Erdogan û Biden ser rewşa Ukrayna ya li NATO, serlêdana Swêdê ya bo endamtîyê, firokên F-16 peyivîne.

Biden do Yekşemê ji CNN’ê re got ku jibo Swêd bibe endama NATO ew ser daxwaza Tirkîyê ya jibo F-16 danûstandinan dikin.

Wî dîyar kir ku peyvajo hîn didome û hîn tiştek neqedîyaye.

Erdogan ji Biden dixwaze ku ser endamtîya Tirkîyê ya li YE’ê piştgirîyeke tam bide.

Swêd û Fînlandîya piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dan ku bibin endamên hevpeymanîyê.

Fînlandîya îsal hat pejirandin û bû endama 31’an ya NATO, lê Tirkîye heta niha jî Swêd nepejirandiye.

Jêder: NTV, Reuters, Gazete Duvar

XS
SM
MD
LG