Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Hevpeymanîya Netew li Parlamanê Nikare Tiştekî Bike


Berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Gel, Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir ku Hevpeymanîya Netew li parlamanê nikare tiştekî bike.

Erdogan got ku hilbijêr bi dengên xwe 323 kursî dane hêla Hevpeymanîya Gel û ew jî nîşan dide ku hevpeymanîya din li parlamanê pûç e.

Wî ser berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew, Kemal Kiliçdaroglu got ku alîgirên wî jî di nav de edî hêza kesî nemaye ku bi wî re didome.

‘’Biryar roja Yekşemê ye. Înşelah, roja Yekşemê, piştî hilbijartinan emê wek milet dawî li wê êşê jî bînin ku Kiliçdaroglu dikişîne.’’

Erdogan dîyar kir ku Kiliçdaroglu heta niha li hember wî ketiye 15 hilbijartinan û di hemîyan de têk çûye.

Tirkîye dê roja Yekşemê jibo gera duyê here ser sindoqan.

Di gera yekê de Erdogan bi dengên 27,133,849 hilbijêran 49,52 ji sedê dengan û Kiliçdaroglu jî bi 24,595,178 dengan 44,88 ji sedê dengan sitandibûn.

XS
SM
MD
LG