Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: NY û Sazîyên Din Filîstînî bi Tenê Hiştine


Erdogan, Serokê Filîstînê Mahmud Abbas û rêberê Hamas Ismaîl Hanîyeh (26/07/2029 Enqere)
Erdogan, Serokê Filîstînê Mahmud Abbas û rêberê Hamas Ismaîl Hanîyeh (26/07/2029 Enqere)

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê got ku kiryarên Îsraîlê yên dijî Hamasê ne şer e, lê qirkirin e.

Erdogan dîyar kir ku ger Îsraîlê wek rêxistinan tevbigere, ewê helwesta dijî wê jî wek ya rêxistinan dibe.

‘’Kuştina sîvîlan refleksa rêxistinan e. Di pevçûnên Îsraîl û Filistînê de ti kiryarên dijî sîvîlan rast nabînin. Neteweyên Yekbûyî û sazîyên din Filistînî bi tenê hiştine."

Erdogan herwiha got ku divê her kes ji biryarên wek cezakirina Filistinîyan û rawestandina alîkarîyan dûr bisekine.

Wî bangî aramîyê li her du alîyan kir û dîyar kir ku ew jibo navbeynkarîyê hazir in.

"Aştî û aramîya li herêmê bi avabûna dewleteke serbixwe ya Filistînê û naskirina wê pêkan e," Erdogan got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Tirkîye, ku ji berê ve piştgirîya Filistînîyan dike û rêvebirên Hamasê dihewîne, lê Enqere di demên dawî de ketiye hewileke xurt ku peywendîyên bi Îsraîlê re baştir bike.


Jêder: NTV

XS
SM
MD
LG