Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Ozdag jibo Piştgirîyê Wezaretek Xwest, lê Me Qebûl Nekir


Berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Gel Recep Tayyîp Erdogan got ku Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag jibo piştgirîyê ji wan wezareta navxweyî xwestiye, lê wan qebûl nekiriye.

Erdogan îdia kir ku berbijarê Hevpeymanîya Netew, Kemal Kiliçdaroglu sê wezaret ji Ozdag re pêşnîyaz kirine.

"Em ser bazirganîyê sîyasetê nakin loma jî eywendîyên me yên bi Ozdag re qut bûne."

Serokê Partîya Yekîtîya Mezin (BBP) Mustafa Destîcî jî dîyar kir ku jiber ku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) bazara ser wezaretê qebûl nekiriye, Ozdag piştgirî daye Kiliçdaroglu.

Destîcî got ku ger AKP’ê ew bazar qebûl bikira ewê piştgirîya jibo Erdogan hîn xurttir bûya.

Ozdag, berî ku piştgirîya xwe ya jibo Kiliçdaroglu re eşkere bike, ji Twitterê ragihandibû ku ewê wek wek wezîrê navxweyî koçberên Sûrî vegerîne welatê wan.

Ozdag û Kiliçdaroglu pêr Çarşemê lihevkirinek îmza kiribû, lê di wê protokolê de ser wezaretekê ti xal tunebû.

Berdevkê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Faîk Oztrak jî dîyar kiribû ku Ozdag û Kiliçdaroglu ser wezaretê ti danûstandin nekiriye.

Jêder: VOA, Twitter

XS
SM
MD
LG