Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro Şemiyê ragihand ku operasyona hêzên Tirkiyê li dijî PKKê li bakurê Iraq û Sûriyê bidawî dibe.
Tirkiyê di Nîsana 2022an de ji bo ewlekariya sînorê xwe bi bakurê Iraqê re dest bi Operasyona "Pence Kilît" kiribû. Tirkiyê cudaxwazên kurd bi destpêkirina êrîşan ji wan herêman li dijî axa Tirkiyê tawanbar kiribûn.
Serokomar got, "Em ê di demeke nêz de girtina qada operasyonê ya li bakurê Iraqê temam bikin," û got, "Hêzên Kurd êdî nikarin di nav sînorên me de tevbigerin."
Erdogan got ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hem li Iraq û hem jî li Sûriyê "bi temamî hatîye dorpêçkirin" û ji xwendekarên ciwan yên akademiya leşkerî re got ku hêzên Tirkiyê "Li her cî kontrol li ser wan heye."
"Em ê xalên wenda yên kembera ewlehiyê li ser sînorê xwe yê başûr bi Sûriyê re temam bikin."Erdogan got.
Ji sala 2016an ve, Enqerê herwiha operasyonên bejayî yên li pey hev, bo derxistina hêzên Kurdî ji deverên sînorî yên bakurê Sûrîyê pêk anîne.
Jêder: AFP